Berfîn Aktay
Li ser vê erdnîgariyê eger tu jin bî, jiyana te bi tekoşînî dest pê dike ji destpêkê ve.
Eger tu jin bî û tundiya mêr li ser te hebe, tu bêhtir pêdivî pê dibînî ji bo têbikoşî. Lê eger di nav ew qas tundiya jiyanê de kesek hebe ligel te û her tim piştgiriya te bike, wê demê tu li hember jiyanê qewîn dibî.
“Berfina min. Ez û tu wekî hev in… Tenê yek cudahiya me heye. Ê te bavê te dihêle tu li tembûrê bixî lê ê min nedihişt…”
Gava ev gotin ji min re gotibû ez ji zû de bûbûm şirîkê xeyalên wî û hestên wî. Destên wî yê ji ber kar cedew (nasir) bûbûn êdî li ser têlên tembûrê bi qasî dixwest rehet nediherikîn. Loma her tim tembûr dixist nav destên min. Li ser ziman mîrasek mezin da min. Çîrokên serpêhatiyên wî her dem bûn şîret ji bo min. Bi hebûna wî ez her gav bi hêz dibûm ji ber min zanîbû ê ku bi min re digirî jî ew e, ê dikene jî ew e. Ez behsa “Heval Mestan” dikim. Her kes wî bi navê Evdirehmanê Diwarcî nas dike. Lê wî navê “Mestan” xist jiyana me. Rojek min jê pirsî “Wateya mestan çi ye?” Gotibû: “Ê ku mest dibe…”
Min pir hindik kes nas kirin ku bi qasî min nêzî bavê xwe bûn. Lê pir hindik tê bîra min ku me hev hembêz kiribe an hev maçî kiribe. Çima ew qas dûrî me bû fikra veqetandina me, nizanim. Lê ji hesabê me zûtir giha bû melkemot. Û bê destûr me dûrî hev xist.
Ez behsa bavê xwe dikim. Li ser navê hemû zarên ku evîndarê bavê xwe ne, ez behsa bavan dikim. Mestan, wateyek giranbuha ye… Evdirehmanê Dîwarcî, Bavê min…
MESTAN
Buhar bi te rengîn e
Dilem xemgîn e
Axa’m zêrîn e.
Bi navê te ez dikenim Yabo
Şopa te li ber dile min naçe.
Sebra min êdî nema ye
Jiyanam sibe ye
Miradêm tune ye
De zû were Yabo
Rondikêm tenê ye.
Slav bi te wate ye
Roja min hatiye wa ye
Lê tu tune ye.
Bi navê te ez digirîm Yabo
Pêjna te li ber dile min naçe.
Dilê min hîna li cem te
Rihê min li ber te
Çavê min li pey te
De zû were Yabo
Ez mam vir lê bê te
Comments